Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hêviyên xwe yên sala nû ji ajansa ANHA re parve kirin.
Şêniyan hêvî kirin ku di sala nû de dorpêça li ser taxên wan rabe peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê pêk werin û aştiyeke mayînde li Sûriyê pêk were.
Nesrîn Hacî diyar kir ku, hêviyên xelkên Sûriyê di 2025’an de ji ber komkojî û binpêkirina têk çûn.
Nesrîn Hacî hêvî kir ku peymana 10’ê Adarê pêk were û çanda qebûlkirinê di navbera Sûriyan de were belavkirin.
Duha Îbrahîm jî anî ziman ku wan saleke zehmet derbas kirine.
Duha destnîşan kir ku tunebûna mazot û xizmetan û bilindbûna buhayan, bandorek neyinî li rewşa her du taxan dike.
Her wekî di dawiyê de hêvî kir ku zarokên herdû taxan jî mîna zarokên cîhanê di nava xêr û aramiyê de bijîn.



