Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand ku wê hefteya bê hêzên Hevpeymana Navneteweyî ji barageha Eyn Esed vekişin.
Qeys Mihemedawî derbarê dema vekişîna hêzên Hevpeyman yên li Iraqê, daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Mihemedawî da zanîn ku sala 2025’an di warê ewlekariyê de serkeftî derbas bûye.
Her wekî diyar kir ku wê Hêzên Hevpeymana Navneteweyî hefteya bê ji baregeha asîmanî ya Eyn Esed vekişin.
Li gorî Mihemedawî îsal 39 çeteyên DAIŞ’ê di encama êrişên balafirên şer de hatine kuştin û rêjeya dizîkirinê ya li sînorên Iraqê jî kêm bûye.
Dewam Mihemedawî got; “Wê di sala nû de, berpiryartiya ewlekariyê ya parêzgehan, bikeve ser milê Wezareta Karê Hindir.
Her weha hemahengiya bi pêşmergeyan re ya ji bo parastin û ewlekariya herêmê jî dewam dike.”



