Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû diyar kir derbarê artêşa Sûriyê de fikarên wan yên mezin hene ji ber nîvê wê cîhadîst in.
Her wekî diyar kir Îsraîl dixwaze bi Sûriyê re têkiliyên cûda dayne.
Netanyahu di hevpeyvînekê de ligel kanala Amerîkî “Fox News” axivî. û anî ziman Serokê Amerîkayê Trump dixwaze şansekê bide Ehmed Şera û fikarên xwe yên derbarê artêşa nû ya hikûmeta veguhêz de anî ziman.
Netanyahû merasima leşkerî ya di salvegera hilweşandina rejima Baasê de ku hate kirin bibîrxist û got,
“Me dît ku merasimeke leşkerî kirin. Lê mixabin nîvê artêşa wan cîhadîst in.”
Her wiha anî ziman tevî van fikaran jî ew dixwazin bibînin ka dikarin bi Şamê re têkiliyên cuda ava bikin an na û got, “Di navbera me de diyalog heye.”
Li aliyekî din jî, serokê Amerîkayê Donald Trump got ku wî bi serokwezîrê Îsraîlê re derbarê Sûriyê de “lihevhatinek” pêk aniye.



