Li Sûriyeyê berf û barana gur heye, ji ber wê rê qut bûn û zehmetiyên niştecihên li kampan zêdetir bûn.
Li piranî deverên Sûriyeyê baran û berf dibare, zirarek mezin bi binesaziyan bû, rêyên sereke û şaxî qut bûn, nexasim li deverên bilind ên zêdetirî 500 metreyan ji ser rûyê deryayê.
Li deverên Idlibê û gundewarê bakurê Helebê, berfir xurt barî, bi wêr e gelek rê qut bûn, zehmetiyên çûn û hatinê çêbûn.
Li perava Sûriyeyê jî, bi taybet li Banyas ji ber barana gur lehî çêbûn, kolan û sûk di bin avê de man û ava herikê malan.
Li parêzgeha Tertûsê jî, ji ber bayê xurt û baranê dar ketin ser erebeyan û rêyên herêma Şêx Bedir qut bûn, li têketina bajarê Qedmûs jî ax hilweşî û di navbera Girava Erwad û Tertûsê de tevgera veguhastina deryayî sekinî.
Li gundê Seidanê yê Qedmûsê lehî çêbû, zirar gihand rûberên çandiniyê û malan.
Li gundewarê Laziqiyê, bi taybet li bajarokê Silinfê mijar, baran û qeşa hebû. Li Sehil El Xab û gundewarê rojavayê Hemayê jî, gundê Enab û bajarokê Şerîa lehî çêbûn, gelek mal biav bin û rêyên xwecihî hatin girtin.
Li bakurê welat, bi taybet li Efrîn û bajarê Babê yê gundewarê Helebê berf û baranê bariya. Vê yekê bandor li niştecihên kampên Yazibaxê yên li derdora bajarê Ezazê kir.
Li gorî jêderên xwecihî, şêniyan banga destwerdana lezgîn û dabînkirina piştgiriyê kir, bi taybet li deverên kampê lê hene.
Li hin deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 3 roj e berf dibare.



