Li taxa Wadî Zeheb a bajarê Humsê kalemêrek 68 salî bi guleyên çekdarên rûgirtî hat kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku vê sibehê welatiyê bi navê Ebdulezîz Derwêş (Ebû Muder) ê 68 salî di hundirê nivîsgeha xwe ya li taxa Wadî Zeheb li nêzî dibistana Hutîn a bajarê Humsê hat qetilkirin.
SOHRˊê da zanîn ku çekdarên rûgirtî bi hinceta kirînê ketine nivîsgehê û gule berdan kalemêr, di cih de qetil kir û reviyan.
Çavkaniyan da zanîn ku tu têkiliya qurbanî bi çalakiyên siyasî yan leşkerî re tune bû, tenê nivîsgeha xwe bi rê ve dibir û xizmetî şêniyên herêmê dikir.
sûcên wiha li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi hincetên cuda dewam dikin.



