Li taxa Wadî Zeheb a bajarê Humsê kalemêrek 68 salî bi guleyên çekdarên nenas hat kuştin.
Li Helebê jî 3 êrişên xwekujî hat kirin û tê gotin, kuştî û birîndar hene.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku duh sibehê welatiyê bi navê Ebdulezîz Derwêş (Ebû Muder) ê 68 salî di hundirê nivîsgeha xwe ya li taxa Wadî Zeheb a bajarê Humsê hat kuştin.
Çavdêriyê da zanîn ku çekdarên rûgirtî bi hinceta kirînê ketine nivîsgehê û gule berdan kalemêr û reviyan.
Çavkaniyan da zanîn ku tu têkiliya qurbanî bi çalakiyên siyasî yan leşkerî re tune bû, tenê nivîsgeha xwe bi rê ve dibir.
Li Helebê di êrişeke xwekujî de kuştî û birîndar hene
Li herêma Bab El Ferec a bajarê Helebê êrişeke xwekujî hat kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, li bajar dengê teqînan hat bihîst.
Kesek xwe li herêma Bab El Ferec a Helebê teqandiye.
Medyayên girêdayê hikumeta veguhês a Sûriyeyê, îdia kirin ku êriş li dijî karwanekî “Hêzên ewlehiyê” hatiye kirin û kuştî û birîndar çêbûne.
Rêyên ku diçin cihê teqînê hatine girtin.
Li herêma Selemiyê a gundewarên Hemayê jî êrişek çekdarî bi çekên bêdeng pêk hat.
Di encamê de çend endamên wezareta parastinê a hikumeta veguhêz a Sûriyê, birîndar bûn.



