Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Mûnzûr behsa dirêjkirina dema karê komîsyonê û bêcidiyeta dewleta Tirk de kir.
Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku dirêjkirina dema karê komîsyona parlamentoya Tirkiyeyê, cidiyeta rastîn a ji bo pêvajoya aştiyê nîşan nade, berovajî wê ew bi armanca valakirina pêvajoyê ye.
Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr, derbarê pêvajoya “Aştî û civaka demoqratîk” de ji ANHA’yê re axivî.
Ferzende Mûnzûr behsa dirêjkirina dema karê komîsyonê û bêcidiyeta dewleta Tirk kir.
“Rêber Abdullah Ocalan xwedî li berpirsyariya xwe ya dîrokî derket”
Mûnzûr diyar kir ku, Rêber Abdullah Ocalan însiyatîfeke zelal pêşkêş kir û xwedî li berpirsyariya xwe ya dîrokî derket û got:
“Dewleta Tirk tenê yek gav avêt, ew jî avakirina komîsyona parlamentoyê bû, bêyî ku tu tedbîrên pratîk bigire.
Dirêjkirina dema karê komîsyona parlamentoya Tirkiyeyê, cidiyeta rastîn a ji bo pêvajoya aştiyê nîşan nade, berovajî wê ew bi armanca valakirina pêvajoyê ye.
“Dewleta Tirk pirsgirêka Kurd bi hin dosyayan ve girê dide”
Mûnzûr anî ziman ku dewleta Tirk pirsgirêka Kurd bi hin dosyayan ve girê dide, wekî dosyaya Sûriyeyê û wiha domand:
“Em dibînin ku her pirsgirêkek xwedî taybetmendî ye û ev girêdan çareseriyê asteng dike.”
Mûnzûr destnîşan kir ku Siyasetên paşguhkirinê ne ji bo Tirkiyeyê, ne ji bo demokrasî ne jî ji bo aştiyê baş in û got:
“Pêvajoyê herikîna xwînê rawestand”
“Agirbestê heta astekê herikîna xwînê rawestand, lê belê dirêjkirina demê gefê li van erêniyan dixwe.”
Li ser planên pêşerojê Munzir got ku wan planeke temam ji bo sala bê daniye.
Wê di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û salvegera rojbûna wî de çalakiyên dîplomasî û hiqûqî werin lidarxistin.
Her wiha got ku ew ê muxatebgirtina saziyên navneteweyî ji bo pêkanîna mafê hêviyê bidomînin.
“Doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî, exlaqî û aştiyê ye”
Di dawiya axaftina xwe de Ferzende Munzir destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî, exlaqî û aştiyê ye.
Ne girêdayî şexsa wî lê belê girêdayî gel û pêşeroja herêmê ye.
Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr, bang li hemû hêzên demokratîk kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û ji bo ku sala 2026’an bibe sala aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, bixebitin.



