Koçberên Efrîn-Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampan dimînin rewşa wan di vê zivistanê de her diçe zehmet dibe.
Bi taybet Koçberên li kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê rûbirûyî pêla sermayê, baran û berfê ne, wê jî zehmetî zêde kirin û metirsî hene ku kon bi ser wan de hilweşin.
Ev koçber ji çend rojan ve rûbirûyî şert û mercên zehmet ên avhewayê ne.
Koçber zehmetiyên seqemê, ketina avê li nava konan, kombûna baranê li ser konan dikişînin.
Bi armanca sivikkirina zehmetiyên koçberan, tîmên awarte yên li kampê dixebitin,
xebatên peydakirina avê û pêdiviyên germkirinê peyda dikin.



