Bi armanca pêşxistina rewşa tenduristî ya kantona Reqayê; Desteya Tenduristiyê beşên nû di Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê de vekir.
Desteyê amûrek MRI û amûra tîrêjên X ya sade dan nenxweşxaneyê.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantonê DR.Mihemed El Abid diyar kir ku piraniya xebatên tenduristiyê di nîvê dawî yê sala 2025ˊan de hatin kirin û got:
“Rojane beşa MRIˊê nêzî 12 wêneyan dikişîne, lê di klînîkên taybet her wêneyek 800 hezar e.
Bi wê re nexweşxane barê welatiyan sivik dike.
Mihemed El Abid bal kşand ser beşa gurcikan û wiha got:
“Beşa gurcikan ya herî zêde dixebite, di rojê de 20 saetan dixebite.
Nexweş ji Reqayê, Tebqa, Hesekê û Meidanê tên.”
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantonê DR. Mihemed El Abid got dê di 2026’an projeyên nû werin çêkin.



