Çeteyên dewleta Tirk a dagirker parêzerê Kurd Elaeddîn Xalid Kalo ji bajarokê Til Hasilê yê gundewarên Helebê revandin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyan roja Înê, bi ser mala parêzerê Kurd Alaeddîn Xalid Kalo de girtin.
Çeteyan Xalid Kalo girtin û ew ber cihekî nediyar ve birin.
Çavkaniyan diyar kirin ku sedemê girtinê yan jî nasnameya kesên ku bi ser malê de girtin nehat zanîn.
Malbata wî jî da zanîn ku parêzer Xalid ji ber nexweşiyên domdar, rewşa wî ya tenduristî pir xirabe û fikarên xwe anî ziman û banga serbest berdana wî kirin.



