Serok Dewletê Venezuelayê Nîkolas Madûro ku ji aliyê Amerîkayê ve hate girtin wê îro li bajarê New Yorkê derkeve pêşberî dadgehê.
Her wiha Serokê Amerîkayê Trump jî diyar kir ku ew ê heta demekê Venezuelayê bi rêve bibin.
Nicolas Maduro îro li New Yorkê derkeve pêşberî dadgehê da ku bi sûcên têkildarî bazirganiya madeyên hişber were tawanbarkirin.
Di heman demê de, seroka demkî ya Venezuelayê, Delcy Rodriguez, banga têkiliyek hevseng û rêzdar bi Amerîkayê re kir.
Rodriguez got: “Em pêşîniyar dikin ku têkiliyek rêzgirtî di navbera Amerîka û Venezuelayê hebe.”
Delcy Rodriguez diyar kir ku Venezuela dixwaze bi hikûmeta Amerîkayê re hevkariyê bike.
Trump: DYA wê desthilata Venezuela bigire destê xwe
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî dê desthilata Venezuelayê bigire destê xwe.
Her wiha Rodriguez ji Trump re got:
“Gelê me û herêma me şayanê aştî û diyalogê ne, ne yê şer e.
Ev her tim peyama Serok Nicolas Maduro bû û niha jî peyama hemû Venezuelayê ye.”
Trump roja Yekşemê careke din israr kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rewşa Venezuelayê piştî girtina Nicolas Maduro birêve dibe, lê di heman demê de diyar kir ku ew bi rêveberiya nû ya li Caracas re jî di nav têkiliyê de ye.
Trump got: “Em bi kesên ku nû sond xwarine re mijûl dibin.
Ji min nepirsin kî berpirsiyar e, ji ber ku bersiva ku ez bidim dê pir nakok be.”
Rubio: Trump tiştê ku biden nekarî bike, kir
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, tintên Biden nekarî bike, Trum kir.
Rubio got ku rêveberiya Joe Biden berê xelatek mezin ji bo agahdariya ku bibe sedema girtina Maduro pêşkêş kiribû, lê ew kiryar qet bi ser neket.
Wî bi bîr xist ku ji sala 2020’an vir ve, piştî ku sûcdarî hatin pêşkêşkirin, di nav de terorîzm û bazirganiya bi madeyên hişber, xelatek mezin a darayî ji bo girtina Maduro hatibû destnîşankirin.
Rubio got:
“Di rêveberiya Biden de, ji bo girtina Maduro xelatek 25 milyon dolar hebû.
Ma em dikarin ji bo girtina wî xelatek bidin lê bicîh neynin?
Ev ferqa di navbera Serok Trump û yên din de ye; Trump tedbîr girt.”
Hêzên taybet ên Amerîkî roja Şemiyê sibehê di operasyonekê de, Nicolas Maduro û jina wî girtin.
Trump got ku hêzên Amerîkî “di nav çend saniyan de” karîn astengiyên ewlehiyê derbas bikin.
Piştî ku nûçeya serkeftina operasyonê belav bû, namzeta berê ya serokatiya Amerîkayê Kamala Harris li ser hesabê xwe yê dijtal bi tundî rexne li vê tevgerê kir û ew wekî “neqanûnî û neaqilane” bi nav kir.
Rubio teqez kir ku Amerîka ne hewceyî petrola Venezuelayê ye, lê belê armanca sereke ew e ku pêşî li ketina rezervên mezin ên welêtên din werin girtin.



