Li kantona Firatê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kesek bi sûcê diziyê girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariyê daxuyaniyek da û got:
“4’ê Çiley hêzên me ji welatiyekî Kobanê, gilî wergirtin ku mala wî hate dizîn.
Yekser hêzên me dest bi şopandin û lêkolîn kirin, di encamê de bi tensîqa dozgeriya giştî re kesek hat girtin.”
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku ew kes li xwe mikur hat û miqdarek zerê û pereyê welatî dizîbû.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku kesê sûcdar ji bo cezayên qanûnî ji dozgeriya giştî re hate şandin.



