Li paytexta Fransa Parîsê bi çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di navbera şandeyên Îsraîl û Hikumeta Demkî de hevdîtineke du rojan hat kirin.
Hevdîtinê duh dest pê kir û îro bi dawî bû.
Di hevdîtinê de li ser navê Îsraîlê Sefîrê Waşîntonê, Sekterê Eskerî yê Serokwezîrê Îsraîlê û Serokwekîlê Konseya Ewlekariya Neteweyî cih girtin.
Li ser navê Hikumeta Veguhêz jî Wezîrê Karê Derve û Şefê Îstixbaratê amade bûn.
Di şandeya Amerîkî de jî Nûnerê Taybet Steve Witkoff, zavayê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Jared Kushner û nûnerê taybet ê Sûrî Tom Barrack cih girtin.
Li gorî The Jerûsalem Post, wekî encama civînê “wê leza muzakereyan bê zêdekirin, di navbera herdu aliyan zêdetir peywendî bên danîn û ji bo ku di navbera aliyan de bawerî bê avakirin gav bên avêtin.”
Li gorî malpera Axiosê jî, alî dixwazin li gorî vîzyona Rojhilata Navîn a Trump bigihêjin peymaneke ewlekariyê û hevdîtina Parîsê jî “erênî û çêker” derbas bûye.
Têkildarî mijarên esasî yên ku di navbera aliyan de dibin sedema rageşiyê ti daxuyanî nehatin dayîn.
Her wiha, Wezîrê Hikumeta Veguhêz Esed Şêbanî û Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan jî li Parîsê hevdu dîtin.



