Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber didomin.
Li gorî agahiyan, qesra bajarê Kirmaşanê û gelek saziyên dewletê yên li bajêr hatine şewitandin.
Hêzên rejîmê yên ku li bajêr bi cih bûne û hewl didin xwepêşandana gel asteng bikin.
Li hemberî vê yekê jî berxwedana gel dewam dike.
Li bajarê Îlamê ku bûye yek ji navendên xwepêşandanan, gel bi keviran bersiva dan hêzên rejîmê.
Tê payîn ku xwepêşandan dê bidomin û dê berfireh bibin.
Serhildana gel li Kirmaşanê heta saetên dereng ên şevê berdewam kir.
Li Kirmaşanê baregeheke rejîmê hat gulebarankirin
Serhildana gel a li paytext Tehranê mezin dibe.
Li navçeyên Tehranpars û Xak-e Sefîd ên Tehranê, serhildana gel kolanan tijî dike.



