Ji doh ve çeteyên hikûmeta demikî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi hovane êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike.
Di encama van êrişan de 7 kes şehîd bûn û 52 jî birîndar jî bûn.
Her wiha dibistan hatin betlankirin û nexweşxaneyek ji xizmetê derket.
Her ku diçe rûyê rastîn yên hikêmeta demkî ya Sûriyê derdikeve.
Desteka Dewleta Tirk a bê navber ji komên çete yên li Sûriyê re jî rewşê xirab dike.
Her ku hevdîtinek di navbera hikûmetê û dewleta Tirk de çêdibe, yêkser êriş çêdibin.
Êrişên Peravê û Siwêdayê têra wan nekir, îca niha çav berdane taxên kurdan.
Bi taybet xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, yê herî zêde êşê dikşînin.
Ev 6 mehin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dorpêçeke giran de ye.
Pêdiviyên jiyanê, sotemenî, amûrên ji bo nexweşxaneyan û sotemenî derbasî van herdû taxan nabe.
Tevî wê jî, komên çete êrişî sivîlan dikin û jiyana wan dixin xeteriyê.
Ji xwe ev kom xwe girdayî Hikumeta Demkî dibînin.
Çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin
Lê ew ferman û biryaran rasterast ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin.
Doh nivro careke din çeteyên girêdayî dewleta Tirk yên bi navê Emşat, Hemzat, Sultan Murdan û Nûredîn El-Zingî bê ser û ber êrişî taxê Helebê kirin.
Bi guleyên hawan û obîsan û tankan êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî kirin.
Heta niha di êrişan de 7 welatî şehîd û 52 jî birîndar bûn
Di encama êrişan de heta niha 7 kes şehîd bûn û 52 jî birîndarin.
Ji ber rewşa aloz jî dibistan hatin betlanekirin.
Danê vê sibê çeteyan Nexweşxaneya Osman ya li taxa Eşrefiyê bombebaran kirin, di encamê de nexweşxane ji xizmetê derket.
Duh Nexweşxaneya “Yûnanî” jî di hedefê de bû, ji ber bombebaranê tîmên teduristiyê nikarin birîndaran veguhêzin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.
Her wekî hewla ketina çeteyan a taxa Şêxmeqsûdê têk birin.
Ev dîmen teqez dike ku, komên El-Emşat, El-Hemzat û Nûr Eldîn El-Zinkî yên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran sivîlên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin armanc.
Heta niha jî êrişên li ser herdu taxan berdewam dike.


