Li gorî raporek Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Werîşe Mûradî û Zeyneb Celaliyan jî di nav de girtiyên siyasî yên ku li girtîgehên cuda yên Îranê ne, wê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Li gorî raporek Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtiyên siyasî ragihandin ku ew ê roja sibê hevdemî greva giştî ya li Kurdistanê ye, dest bi greva birçîbûnê bikin.
Ev çalakî ji bo hevgirtina bi greva giştî re û wekî nerazîbûnek li dijî şert û mercên heyî tê lidarxistin.
Derbarê dema greva birçîbûnê an jî berteka rayedarên girtîgehê de hîn ti agahîyên teqez nehatine dayîn.
Di rojên dawî de, greva giştî li Rojhilatê Kurdistanê bi bangên berfireh berdewam kiriye û bazar hatine girtin û hin karsazan li hin bajarên herêmê xebatên xwe rawestandine.



