Li Amerîkayê li deverên cuda êriş pêk hatin.
Li bajarê Minneapolisê yê Amerîkayê jineke di wesayita wê de bi guleyan hat kuştin.
Li Eyaleta Utah ya Amerikayê jî di encama êrişeke çekdarî de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Bûyera têkildar, dema ku rayedarên herêmî bi gotinên tund îddîayên Qesra Spî yên ku jin “terorîsta navxweyî” ye red kirin, li kolanan bû sedema xwepêşandan û hêrsê.
Li gorî medyaya Amerîkî, karmendên Dezgeha Koçberiyê îddîa kirin ku jina bi navê Renee Nicole Good a 37 salî rêya wan girtine, wesayita Good dorpêç kirin.
Karmendên ku jin hewl da here dûrtir bibe, ji nêz ve gule berdan û kuştin.
Di dîmenên bûyerê de, karmendekî Dezgeha Koçberiyê yê bi maske sê gule li wesayita Good reşandin tê dîtin.
Li gorî dîmenan, wesayit piştî guleyan kontrol winda dike û li wesayitên parkbûyî dixe.
Trump: Hewl da karmendên Ice bikuje
Rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump, îddîa kir ku Nicole Good hewl da ajanan bikuje û parast ku karmendên Dezgeha Koçberiyê ji bo parastina rewa gule reşandine.
Wezîra Ewlehiya Navxweyî ya Amerîka Kristi Noem, derbarê bûyerê de got:
“Her windabûna jiyanê trajediyek e.”
Li Eyaleta Utah a Amerîkayê 2 kes hatin kuştin
Li aliyê din li gor agahiyên medyaya Amerîkayê; li bajarê Salt Lakeyê yê ser bi eyaleta Utahê ve êrişek pêk hat.
Êriş li dijî dêra ku li navnîşana 660 North Redwood Rodadê bû, pêk hat û di encama êrişa çekdarî pêk hatî de, herî kêm 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Di agahiya destpêkê de hat gotin ku li bajarê Salt Lakeyê li dijî dêrê êriş pêk hat û di encama vê êrişê de herî kêm 8 kes birîndar bûn.
Lê li gor agahiyên ku paşê hatin dayîn hat gotin ku ji bîrîndaran 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm rewşa sê ji birîndaran jî giran e.
Hat zanîn ku tu kes ango tu gumanbar ji bo vê êrişê nehatiye girtin.
Lê li gorî rayedarên ewlehiya bajarê Salt Lakeyê derbarê êrişê de daneyên mîsoger bidest xistine.
Saziya îstîxbarata Amerîkayê FBI’yê di ser medya xwe ya dijîtal de diyar kir ku, derbarê êrişa çekdarî ya li bajarê Salt Lakeyê pêk hatiye haya wan jê heye.



