Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têne kirin daxuyaniyek da.
Di daxuyniyê de hat diyar kirin ku di dîroka şerê gel ê şoreşgerî de berxwedaniya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mînaka rûmetê ye.
Vî gelê berxwedêr li hember desthilatdariyê ti caran serê xwe netewandiye.
Fermandariya YPJ’ê da zanîn ku li kêleka van êrîşên bê serûber êrîşeke şerê taybet ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û fasîleyên HTŞ’ê li ser Medyaya Civakî ve tê meşandin.
Dixwazin nişan bidin ku gelek hêzên YPJ-YPG di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dîl hatine girtin.
Tu hêzên me bi tu awayî di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de cih nagrin.
Ev tenê îdîan e, ti rastiya xwe tune ye.
Herî dawî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku ger ev êrîş heman awayî berdewam bike em amade ne gelê xwe yê şêxmeqsûd û eşrefiyê biparêzin.



