Şandeyeke bilind a Yekîtiya Ewropayê gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê û biryar e bi Serokê Hikumeta Demkî re bicive.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen gihîşt Şamê û ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ve hat pêşwazîkirin.
Ji bilî Von der Leyenê, Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa jî di nava şandeyê de ye.
Ev piştî rûxîna desthilata Beşar Esed serdana yekem a serokên Komîsyon û Konseya Ewropayê ya Şamê ye.
Berdevka Komîsyonê Paula Pinhoyê li Brukselê ragihand:
Serdana Von der Leyenê beşek e ji gereke berfireh a li Rojhilata Navîn e.
Armanca wê xurtkirina pêwendiyan û nirxandina rewşa herêmê ye.



