Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova derbarê leşkerên rojavayî li Ukraynayê de axivî.
Maria Zaharova îddîa kir ku leşker û tesîsên leşkerî yên rojavayî yên dikarin li Ukraynayê bêne bicîhkirin, wê ji aliyê Rûsyayê ve wekî “armancên leşkerî yên rewa” bêne nirxandin.
Berdevk Zaharova dibêje bicîhkirina leşker an binesaziya leşkerî ya welatên rojava li Ukraynayê wê wekî destwerdan bê dîtin û îddîa kir ku ev yek wê ji bo ewlehiya Rûsyayê bibe metirsî.
Zaharova îddîa kir ku planên rojava û Ukraynayê “ji bo paşeroja Ewropayê û gelê wê her ku diçe metirsîdartir û wêrankartir dibe.
Ukrayna: Rûsya welatên rojava diceribîne
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha got êrîşên Rûsyayê yên bi dron û mûşekan ên kujer ên şevê ji bo hevalbendên Kîevê “ceribandinek” bûn.
Di peyamek medyaya civakî de, Sybiha got:
“Êrîşek ewqas nêzîkî sînorê Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê gefek cidî ye ji bo ewlehiya parzemîna Ewropayê û ceribandinek ji bo civaka transatlantîk.
Em bersivên tund ji kiryarên bêwijdan ên Rûsyayê dixwazin.”
Sybiha hewldanên Rûsyayê yên ji bo rewakirina bûyeran rexne kir û got:
“Ev bêaqil e ku meriv hewl bide vê êrîşê bi ‘êrîşek li ser mala Putin’ a çêkirî rewa bike ku qet çênebûye. Ev xeyalên Putin in.”
Senator Graham: Trump cezayên tundtir li dijî Rûsyayê erê kir
Li aliyê din serokê Amerîkayê Donald Trump pêşnûme-qanûnek du alî li ser cezayên li dijî Rûsyayê erê kir.
Senatorê Komarî Lindsey Graham li ser X’ê di peyamekê de got, wî bi Trump re li ser mijarên cûrbecûr hevdîtinek “pir berhemdar” kiriye.
Graham got:
“Gavek wiha dema ku Ukrayna ji bo aştiyê tawîzan dide, lê Putîn bi kuştina mirovên bê guneh dewam dike, di cih de ye.”
Senator Lindsey Graham diyar kir ku ev pêşnûmeqanûn dê rê bide Trump ku welatên ku petrola erzan a Rûsyayê dikirin ku makîneya şerê Putin dixebitîne ceza bike.
Graham diyar kir ku ev pêşnûmeqanûn dê bandorek mezin li ser welatên mîna Çîn, Hindistan û Brezîlyayê bike û got:
“Serok Trump, wan teşwîq bike ku dev ji kirîna petrola erzan a Rûsyayê berdin ku şerê xwînî yê Putin li dijî Ukraynayê fînanse dike.”
Bi berdewamî Senator Graham got ew li bendê ye ku “dengek bihêz a du alî” di destpêka hefteya bê de were dayîn.
Graham banga zêdekirina zextê li ser Rûsyayê û veguhestina moşekên Tomahawk ji bo Ukraynayê kir.



