Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê êrişên hikumeta demkî ya Sûriyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin û daxwaza hesabirsînê kir.
Komîteyê diyar kir ku ev êriş binpêkirineke aşkera ye qanûnên navneteweyî yên mirovî û rêgezên parastina sivîlan di demên şeran de ye.
Her wekî piştgiriya xwe bi mafên rewa yên şêniyên herdu taxan rr nîşan da û girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê bibîrxist.
Komîteyê banga rawestandina şer û parastina sivîlan kirin, heman demê ji saziyên hiqûqî û mirovî xwest binpêkirinan belge bikin û hesab ji berpirsên êrişan bixwazin.



