Yek ji fermandarên berxwedana Şêxmeqsud Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku 10’ê Çileyê (2026) şehîd bû, beriya şehadeta xwe peyam daye hemû hevalên xwe û gel.
Fermandariyê li gel eşkerekirina nasnameyan peymaya dawî ya fermandar Ziyad Heleb jî parve kir.
Şehîd Ziyad Heleb di peyama xwe de wiha dibêje: ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye.
Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re di nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin, provokasyon û êrîşên leşkerî berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne.
Em sund dixwin ku em gelê xwe biparêzin û nehêlin kes li wan zilmê bike.
Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî.
Me biryara mirinê daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune ye.
Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin. Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin.
Divê ev berxwedaniya me bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedayî gel e. Em li vir, rumet û hebûna gelê Kurd diparêzin.”



