Tora Çalekvanên Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê hişyarî da raya giştî.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Îranê bi birîna xetên înternetê hewl dide cîhanê ji bûyerên rû didin bêagahî bihêle .
Her wekî hat gotin, divê hemû xetetên dîplomasî û yasayî bikevin dewrê.
Bang li sefîrên li Tehranê yên biyanî hat kirin bo bêdeng nemînin. Pêşiya qetilkirina welatiyên sivîl bigirin.
Çalakvanên Mafê Mirovan hişyariyek da û ragihand ku metirsiyê li ser jiyana xwepêşanderên hatine bin çavkirin zêde dibe.
Çalakvan bi tirsin ev xwepêşandêr bên bidarvekirin
Her wekî diyar kirin ku bêdengiya qada navneteweyî dibe sedemê jiyana gelek kesên bê sûc yên li girtîgehan di xeteriyê de be.



