Li Fransayê serokên komên meclîsê yên sê partiyên siyasî nameyek ji Macron re nivîsîn.
Partiyên siyasî diyar kirin ku bûyerên li Helebê diqewimin ‘sûcê şer e’ û ji Fransayê xwestin ku li nava Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bi lez bikeve nava hewldanan.
Sûc û komkujiyên ku komên çete yên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin, li nerazîbûna partiyên siyasî ya Fransayê rast hatin.
Partiyên siyasî ji Serokkomar Emmanuel Macron re nameyek nivîsandin û bang lê kirin ku li hemberî bûyerên diqewime Fransa tavilê bikeve nava liv û tevgerê.
Di nameyê de ku ji raya giştî re vekirî bû, hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad gelê Sûriyê li hêviya dewleteke tevgir, piralî û demokratîk bû.
Peymana ku di 10’ê Adarê de li Şamê di navbera Ahmed el Şaraa û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî de hate îmzekirin bingeha van bendewariyan bû.
Di nameyê de hate gotin, armanc ji metna navborî ew bû ku welat jinûve bibe yek, saziyên leşkerî û sivîl ên Kurdan entegreyî dewletê bêne kirin û li herêmên ku piraniya şêniyên wê Kurd in xweseriya xwecihî bê misogerkirin.
“Peymana 10’ê Adarê bi cih nehate anîn”
Di nameyê de hate ragihandin ku li gel hevdîtinên aştiyê jî peyman xitimî, rewş giran bû û 6’ê Çileyê artêşa Sûriyê êriş bir ser taxên Kurdan ên li Helebê.
Hate gotin, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heft rojan dorpêçkirî man, rê lê hate girtin, pêwîstiyên bingehîn jî hate astengkirin û herî kêm 150 hezar kes ji warê xwe bûn, bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku zêdeyî 300 Kurd hatin girtin, bi hezaran kes li taxên xwe hatin girtin, derbasbûna sivîl bi girtî di bin kontrola artêşa hikûmeta demkî yê Sûriyê de ye.
Siyasetmedarên Fransî: Li Helebê sûcê şer hat kirin
Siyasetmedarên Fransî bal kişandin ser wan agahiyan ku tê gotin, înfazên bêdaraz dewam dikin û ji hin sivîlan fîdye tê xwestin.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku înfazên bêdaraz, bombekirina herêmên sivîlan û binesaziyê, koçberkirina bi zorê ji cih û warê xwe ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve bi rengekî eşkere sûcê şer e.
“Divê Fransa bi lez bikeve dewrê”
Ji Macron hate xwestin ku ji bo destûr bê dayin ku rojnamevan û çavdêrên navneteweyî bikevin nava taxên Kurdan ên li Helebê, ji bo sûcên artêşa Sûriyê bêne belgekirin û pêşî li êrişên nû bê girtin bi lez gavan biavêje.
Di nameyê de hate bibîrxistin ku Fransayê di mijara parastina mafên gelê Kurd de ku weke ‘hevalbendê dilsoz’ ê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê dibîne.
Banga li yekîtiya Ewropa û Neteweyên yekbûyî
Di nameyê de hate xwestin ku Fransa li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî giraniya xwe bi kar bîne, ji bo agirbestek tavilê û mayinde pêk were, dorpêça li ser taxên Kurdan ên li Helebê bê rakirin.
Her wiha destûr ji çapemenî û çavdêrên navneteweyî re bê dayin ku xwe bigihînin herêmê bikeve nava liv û tevgerê.



