Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê di salvegera 14`emîn a şehadeta wî de, damezirîner û fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik bi bîr anî.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera 14`emîn a şehadeta damezirîner û fermandarê Yekineyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrik, li Stadyuma Kornîş a Dêrikê merasîmeke bîranînê li dar xist. Malbata şeîd Xebat, bi sedan şêniyên bajêr û malbatên şehîdan û kesayetên civakî tev li merasîmê bûn.
Damezirîner û fermandarê YPG`ê Xebat Dêrik (Mehmûd Remezan Mihemed) di 14’ê Çileya 2012`an de şehîd bû.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirinê dest pê kir, piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê, Mihemed Cemîl axivî. Cemîl hemû şehîdên azadiyê, bi taybetî Ziyad Heleb û şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr anîn.
Cemîl di axaftina xwe de bal kişand ser rola şehîd Xebat Dêrik di têkoşînê de û destnîşan kir ku wî jiyana xwe ji bo parastina doza Kurdî terxan kiriye. Cemîl wiha zêde kir: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, şehîd Xebat di avakirina Yekîneyên Parastina Gel wekî hêzeke parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê, roleke girîng lîst. Ev yekîne paşê bûn kevirê bingehîn ên têkbirina terorê. Bi saya fedakarî û qehremaniya şehîdan, em îro bi ewlehî û aştî dijîn.”
Hisên Remedan, birayê şehîd Xebat Dêrik jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku fedakarîyên wan kevirê bingehîn ê destkeftiyên hatine bidestxistin bûn.
Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



