Li bajarê Silêmaniyê Saziya Kerîmî Eleke dê peykerê sembola berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şehîd Denîz Çiya , çêbike.
Dezgeha Rewşenbîriyê ya Cemal Îrfan bi daxuyaniyekê ragihand ku li Silêmaniyê ji bo şervana şehîd Denîz Çiya (Efrînî) wê peykerek were danîn.
Hate destnîşankirin ku Denîz Çiya ew lehenga bû sembola berxwedan û têkoşîna li dijî zilm, neheqî û dagirkeriyê ye.
Dezgeha Rewşenbîriyê ya Cemal Îrfan tekezî kir ku ev peyker ne tenê berhemeke hunerî ye.
Di heman demê de sembolek zêrîn ya ji bo bîranîn, rêzgirtin û parastina bîranîna jinan ye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku peyker wê ji aliyê Hunermend û Peykersaz Çîner Nizarewî ve were çêkirin.
Piştî temambûna peyker dê wekî sembola nemirî û berxwedanê li Silêmaniyê were danîn.



