Friday 2026/06/19
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Şêniyên Kobanê bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê xwe meşiyan

January 27, 2026
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Şêniyên Kobanê bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê xwe meşiyan
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên bajarê Kobanê bi boneya salvegera 11`emîn a rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê, meşeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê ji bo salvegera 11`emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, meşek bi dirûşma “Bi rihê berxwedan û serkeftina Kobanê, em ê êrişên çeteyan têk bibin” li dar xist.

Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên birîndaran û alên YPG û YPJ`ê hatin hildan û dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana YPG û YPJ`ê” û “Na ji qetlîamên sivîlan re” berz kirin.

Meşê heta Qada Şehîd Egîd dest pê kir. Li wir cîgira Encûmena Cîbicîkar a Kantana Firatê Mizgîn Xelîl salvegera rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kir.

Mizgîn Xelîl anî ziman ku gelê Kobanê li hember terora herî xeternak li ber xwe da û wiha got: “Em silavên xwe ji şervanên YPG, YPJ û QSD`ê û ji hemû gelê her çar parçeyên Kurdistanê yê dilê wan ji bo Kobanê lê dide, dişînin û em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em salvegera 11`emîn a Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê li hemû gelê azadîxwaz pîroz dikin. Gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ`ê bi hemû hêza xwe li hember çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û çete li Kobanê têk birin. Ji ber vê yekê her kesê li çar parçeyên Kurdistanê denydarê Kobanê ye.”

Fermandarê QSD`ê Cemîl Mazlûm diyar kir ku di 2014`an de rûmeta mirovahiyê hate parastin û wiha got: “Eynî vê rojê di 2014`an de roja serkefina Kobanê me bi hev pîroz kir. Ji ber ku şervanên YPG û YPJ`ê çeteyên herî hovane bi hemû hêza xwe têkoşîn kir û ew têk birin. Hemû dewletên ku xwe bi hêz bibînin, wê demê nikarîbûn çeteyên DAIŞ`ê têk bibin. Lê şervanên azadiyê di 2014`an de got em hene, şervanên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Şervanan got em hene û em ê Ii hember çeteyan tê bikoşin û wan têk bibin. Bi rastî şervanên me bi hemû hêza xwe li ber xwe da û çeteyên hovane di Kobanê de têk birin.”

Cemîl Mazlûm anî ziman ku ew têkçûna çeteyên DAIŞ`ê û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê pîroz dikin û got: “Em bi berxwedana Kobanê bi serbilindî dijîn. Îro jî êrişî Kobanê dikin û dijminatiya Kobanê dikin. Lê em ê bi rihê 2014`an li ber xwe bidin, çawa ku me di 2014`an de çeteyên herî xeternak têk birin, em ê careke din dijmin têk bibin û wê her tim Kobanê bi ser bikeve.”

Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

Previous Post

QSD: Hogir Dêrik û hevrêyên wî destaneke nû ya berxwedanê nivîsand

Next Post

Şehîd Azîz Koylugolu ji aliyê hevrêyên xwe ve hate bîranîn

Weşana girêdayî

Li deriyê Sêmalka Mîran Dawûd yê 8 salî du rojin winda ye
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li deriyê Sêmalka Mîran Dawûd yê 8 salî du rojin winda ye

Tevgera azadiyê gavan diavêje, deshilata Tirkiyê tenê temaşe û şîrove dike
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Tevgera azadiyê gavan diavêje, deshilata Tirkiyê tenê temaşe û şîrove dike

Li Serê Kaniyê jin û zarok li kolanan nan difiroşin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Vegera koçberên Serê Kaniyê ya bi ewle di rojevê de ye

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye