YPJ’ê nasnameya Fermandar Sîdar Efrîn ku di 18’ê Çileyê de li Tebqayê şehîd bû, eşkere kir.
YPJ’ê got, Fermandar Sîdar Efrîn sembola têkoşîna jina kedkar û şerker e.
YPJ’ got, şehîdên me bi rûhekî bilind û fedakar ji bo parastina gelê xwe canê xwe feda dikin.
Fermandara me Sîdar Efrîn heta dawiyê li hemberî kiryarên komên çete li Tebqayê şer kir.
Hevrê Sîdar weke fermandareke jin di pîvanên jina azad de xwe kûr kir.
Li ser esasê pêşengtiya demê bi rol û misyoneke bilind rabû.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Sîdar Efrîn
Nav û paşnav: Leyla Hemo
Navê dayîkê: Zeynep
Navê bav: Şûkrî
Cih û dîroka şehadetê: 18.01.2026.”



