Fransa û Rêxistina Efûya Navneteweyî fikarên xwe yên li hemberî cezayê 7 sal û nîv ya girtina Nêrgiz Mihemedî anîn ziman.
Berdevka Wezareta Derve ya Fransa destnîşan got, dayîna cezayê girtîgehê din rêya bêdengkirin û tirsandinê hilbijartiye.
Li aliyê din Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku rejîma Îranê bi rêya dadgehkirineke ne dadperwer ceza birî û got:
“Ev yek tê wateya bêdengkirina nerazîbûnên li Îranê.”
Fransa û Rêxistina Efûya Navneteweyî daxwaza berdana Nêrgiz Mihemedî kirin.
Hate ragihandin ku ji roja Nêrgiz Mihemedî hatî binçavkirin heta niha nekariye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Nêrigiz Mihemedî yek ji çalakvana mafê mirovan ya herî naskîrî ya li Îranê ye ku gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin.

