Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê ji bo xwendekarên astên navîn û amadehî yên ji ber koçberiyê nekarî perwerdeya xwe temam bikin, biryarek da.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê ji bo xwendekarên astên navîn û amadehî yên ji ber koçberiyê nekarî perwerdeya xwe temam bikin, biryarek da.
Li gorî biryarê; “Ji ber mercên ku herêma me tê re derbas bû û di encamê de gelek malbat ji herêmê xwe koçber bûne û gelek xwendekar ji mafên xwe yên xwendinê bê par mane, em radigihînin ku em dê dest bi pêkanîna ezmûnên standart ên astên navîn û amadehî bikin. Ezmûn ji bo wan xwendekaran in ku ji ber mercên domdar ên koçberiyê nikarin xwendina xwe temam bikin.
- Tomarkirina ji bo ezmûnan îro (10 Sibatê) dest pê dike û heya 17’ê Sibatê dewam dike.
- Tomarkirin li avahiya Komîteya Fêrkirinê ya li bajarê Qamişloyê tê kirin.
- Ezmûn dê 28’ê Sibatê pêk werin.
Şertên pêşkêşkirina ezmûnan:
1- Divê xwendekar ji sala 2018’an heta roja weşandina vê biryarê ve kesekî koçber be.
2- 4 wêne
3- Wêneyek ji nasnameya şexsî yan lêsûna malbatê (Rûpelên dê, bav û xwendekar)
4- Ji bo ezmûnên asta amadehî jî, kopiyeke bawernameya refa 9’an.
5- Xerca tomarkirinê 10 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.”



