Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan civiyan.
Endamên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomar Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokkomariyê li hev civiyan. Hat zanîn ku di rojeva şande û Erdogan de geşedan û pêşketinên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên li Rojava-Sûriyê hene û dê li ser van gotûbêjan bikin.
Endama Şandeyê Pervîn Buldan diyar kir ku wê bi çar pênc sernavan li gel Erdogan biaxivin û nîqaş bikin.



