Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li ser mijara namzetê serokkomar û avakirina hikûmeta Herêmê civiyan.
Tê gotin wê her du alî di vê civînê de biryara dawî li ser herdu mijaran bidin.
Li gor agahiyan, ev civîn taybete li ser diyarkirina kesek wek namzet ji bo serokkomariya Iraqê.
Ji berku Çarçoveya Hemahengî ya Şieyan ji bo diyarkirina namzetek dem daye PDK’ê û YNK’ê.
Hat zanîn ku yek ji mijarên din ên sereke yên civînê dê avakirina kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê be.
Ji ber ku YNK vê mijarê bi postên li Bexdayê ve girê dide, PDK jî wek du mijarên ji hev cûda digre dest.
Civîna îro ya Talebanî û Barzanî duyem civîne ku li ser van mijaran tê kirin.
Hefteya borî jî her du alî civiyabûn, lê lihevnekiribûn. Civîna îro wek temamkerê civîna heftiya borî tê dîtin.
Ger Talebanî û Barzanî îro li ser mijara posta serokkomar lihevnekin, wê parlamentoya Iraqê carek din civînên xwe yên li ser hilbijartina serokkomar paşnexe.
Wê her du partî bi namzetên xwe herin parlamentoyê û deng li ser were dayîn.
Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî û namzetê PDK’ê jî Fuad Hisên e.
Ji bilî wan 17 kesên din jî xwe ji bo serokkomartiyê namzet nîşan dane.



