Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nerazîbûn divê derfetên têkiliya yekser a bi Rêber Apo re bêne afirandin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Ayşegul Dogan bi nêzîkbûna banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got:
“Di nava salekê de gelek bûyer qewimîn. Lê hê jî ji aliyê hiqûqî vê gavên şenber nehatinê avetin. Em li bendê ne ku rapora hevpar amade bibe. Bendewariya gel ew e ku hiqûq û edalet pêk were.”
“Divê derfeta têkiliyên yekser bi Ocalan re bên afirandin”
Ayşegul Dogan destnîşan kir di salvegera komploya navneteweyî de li ser Rêber Apo êrişên medyayê hene û got,
“Eger derbarê Ocalan de tiştek tê meraqkirin, hingî tenê tiştek heye ku bê kirin; ew jî afirandina derfetên têkiliya yekser a bi wî re ye.”
“Li gorî pêvajoyê divê deriyên sînor yên bi Rojava re vebin”
Ayşegul Dogan derbarê hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re jî got,
“Di vê hevdîtinê de li ser rapora hevpar a komîsyona meclisê jî gotobêj hat kirin. Divê li gorî pêvajoyê deriyên sînor vebin.”



