Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gef li Îranê xwar û got, guhertina desthilatdariyê wê tiştê herî baş be.
Trump di hefteyên dawî de diyar kir ku kêmkirina bêtir bernameya nukleerî ya Îranê pêşîniya wî ya sereke ye.
Lê daxuyaniya xwe yê doh de anî ziman ku kêmkirina bernameya nukleerî tenê yek ji gelek tawîzên ku Amerîka ji Îranê dixwaze ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, vê hefteyê li Waşîngtonê serdana Trump kiribû.
Netanyahu israr dike her peymanek divê tedbîrên ji bo rawestandina piştgiriya Îranê ji bo komên wekî Hamas û Hizbullah û ji bo bêbandorkirina pêşketina moşekên balîstîk ên wê di nav xwe de bigire.
Trump got, keştiya balafirhilgir a herî mezin a cîhanê USS Gerald R. Ford, dê ji Deryaya Karayîbê ber bi Rojhilata Navîn ve were şandin da ku tevlî keştiyên şer û hebûnên leşkerî yên din ên ku wan li herêmê ava dike bibe.



