Iraqê ragihand ku wê deriyên sînor yên Welîd û Rebîe yên bi Suriyeyê re werin vekirin.
Serokê Desteya Deriyên Sînor yên Iraqê Umer Weîlî derbarê vekirina deriyên sînor yên bi Suiryeyê ji medya Iraqê re axivî.
Li gorî Umer, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo zêdekirina bazirganî û bikaranîna deriyan, xwestiye demek zû deriyên sînor yên Welîd û Rebîe yên bi Suriyeyê re werin vekirin.
Iraq deriyê Reîa û Welîd yên bi Sûriyê re vedike
Umer got, ewê di rojên pêş de şahidiya vekirina her du deriyan bikin û wê bandorek erênî li dahatê bike.
Deriyê Sînor ê Welîd dikeve herêma Welîd ya li bajarokê Rutbe ya ser bi parêzgeha Enbar.
Ev derî wekhevî deriyê Tenf yê Sûriye yê li parêzgeha Humsê ye.
Herwiha deriyê sînor yê Rebîe jî li Bakurê Rojavayê parêzgeha Nînovayê ye.
Mesafeya di navbera Musil û derî de 120 km’ye.



