Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Îsa biryara erkdarkirina komîteyekê ji 3 bijîşkan ku li ser entegrasyona beşa tenduristiyê ya parêzgehê di sazûmaniya Wezareta Tenduristiyê de bixebite, da.
Di biryarê de hat destnîşankirin ku erkê komîteyê ew e ku kar li ser cîbicîkirina rêbazên entegrasyona beşa tenduristiyê ya parêzgehê li gorî sazûmaniya Wezareta Tenduristiyê ya ku di yasa û rêziknameyên pêwendîdar ên hatiye diyarkirin de, bike.
Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehemd El Şeri roja înê biryarnameya tayînkirian Endazyar Nûredîn Ehmed Îsa bo Parêzgarê parêzgeha Hesekê dabû.



