Du ciwanên Derbendîxanê yên beşdarî seferberiya Rojavayê Kurdistanê bûyîn, dema vegerê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Di dema seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, ji Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwan berê xwe dan Rojava û tevlî berxwedanê bibûn.
Du ciwanên Derbendîxan ji Rojava vegeriyan Başûrê Kurdistanê.
Ev ciwan li bajarokê Derbendîxan ya ser bi Silêmaniyê ve bi merasîmek girseyî hatin pêşwazîkirin.
Ciwanên bi navê Mihemed Elî û Şêrko Seîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi Kurdistanê re hatin pêşwazîkirin.
Xelkê Derbendîxan spasiya ciwanan kirin û ragihandin ku ew bi wan ciwanan serbilindin.



