Li Stenbolê di sergirtina malan de ku di 17’ê Sibatê de pêk hat, gelek kes hatin binçavkirin.
Kesên ku hatin biçavkirin têkildarî rêxistineke ku xwe fesix kiriye, pirs hate pirsîn.
Kesên hatin binçavkirin bi endametiya PKK’ê hatin sûcdarkirin.
Her wiha pirsên li ser ‘karê bi navê rêxistineke nîne’ ji wan hate pirsîn.
Hevserokê Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan Îshak Demîrel beşdarî îfadeya muwekîlên wan bû.
Îshak Demîrel anî ziman ku bûyerên qewimîn hewldana ji bo krîmînalîzekirina zemînan têkoşîna demokratîk e.
Her wiha Demîrel diyar kir ku ji bo zext li ser siyaseta Kurd bê kirin hincetên cuda têne afirandin.



