Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV bû.
Hêlîn Umît pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo nirxand.
Hêlîn Umît da zanîn ku eger dawî li lawaziya îradeya siyasî neyê anîn dibe ku metirsî li ser pêvajoyê çêbibe.
Hêlîn Umît anî ziman ku di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de gel her tim li pêş bû û got:
Gelê me li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, li her derê daket qadan.
Hêlîn Umît: Çareseriya me Neteweya Demokratîk e
Hêlîn Umît anî ziman ku di Konferansa Munchenê de hate gotin, sîstema global hilweşiya ye û wiha anî ziman:
Çareseriya me neteweya demokratîk e. Çareseriya jiyana bi hev re ya gelan e.
Hêlîn Umît: Eger dawî li lawaziya îradeya siyasî neyê dibe metirsî li ser pêvajoyê çêbibe
Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got:
Eger dawî li lawaziya îradeya siyasî neyê anîn dibe ku metirsî li ser pêvajoyê çêbibe.
Hêlîn Umî: Rêber Apo di pêkanîna entegrasyona demokratîk de bi israr e
Hêlîn Umît bi bîr xist ku Rêber Apo di pêkanîna entegrasyona demokratîk de bi israr e û wiha bi lêv kir:
Em jî bi pêşengî û rêveberiya Rêber Apo ji pêvajoya entegrasyona demokratîk re vekirî ne.
Hêlîn Umît: Tiştek ku jin winda bike nîne
Di dawiyê de Hêlîn Umît destnîşan kir ku weke jin tiştekî ku ew winda bikin nîne û got:
Îdeolojî û xeta azadiya jinê ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, bi rengekî giştî zanebûneke gelekî cidî afirand.



