Li gorî nûçeya CNNê, artêşa Amerîkayê amade ye ku dawiya vê hefteyê êrişî Îranê bike.
Lê tê gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn biryara xwe ya dawî nedaye.
CNN’ê got , Trump di navbera “erê û na”yê de ye.FILM
Birêvebiriya Trump ji her demê zêdetir nêzîkî şerekî berfireh ê bi Îranê re bûye.
Medyaya Amerîkayê eşkere dike ku egera êrişa li Îranê ji sedî 90 e û du hefte dem dane Tehranê.
Li gorî CNN Artêşa DYE amade ye ku eger Serok Donald Trump fermanê bide dawiya hefteyê li Îranê bixe.
Krîza Îranê: Îdîaya ‘dibe ku dye dawiya hefteyê êriş bike’
Li gorî AFP’ê jî analîsta Navenda Karên Navneteweyî û Stratejîk (CSIS) Susan Ziadeh got:
“Hebûna hêzeke ewçend mezin a êrişê ya li herêmê bi tena serê xwe dînamîkekê diafirîne.
Carna sekinandina vê û gotina ‘Em ê tiştekî nekin’ hinekî zehmet dibe.”
2 keştiyên balafiran hatin veguhestin
Di halê hazir de 13 keştiyên şer ên DYE’yê li herêmê ne.
Di nava van de keştiya balafiran USS Abraham Lincoln ku dawiya meha Çileyê gihîşt herêmê.
USS Gerald R. Ford jî ku yek ji keştiyên herî mezin ê balafiran ên cîhanê ye .
Hate ragihandin ku keştî li gel sê destroyeran ber bi herêmê ve hatiye şandin.
DYE’yê her wiha balafirên F-22 Raptor, F-15 û 1-16 jî li herêmê bi cih kiriye.
Tê gotin, balafirên şopandinê yên radarê û balafirên kargo yên leşkerî çalak in.
Hêzên Deryayî yên zêde jî sewqî herêmê hatine kirin
Hat gotin ku hêzên deryayî yên zêde jî sewqî herêmê hatine kirin.
Li aliyê din, tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio 28ê Sibatê here Îsraîlê.
Tê gotin ku Rubio dê derbarê dan û standinên bi Îranê re agahiyan bide Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.
Serok Trump gelek caran di mijara bernameya nukleerî hişyarî dabû
Serok Trump gelek caran di mijara bernameya nukleerê ya Îranê de hişyarî dabû .
Digot egere encamek ji hevdîtinan neyê bidest xistin wê destwerdana leşkerî bikin.
Trump meha Hezîrana 2025’an ferman dabû ku êrişa hewayî li ser sê navendên nukleerî yên Îranê bê kirin.
Li gorî pisporên stratejîk zêdebûna hêzên leşkerî li herêmê bi tena serê xwe hêmaneke zextê ye.
Tê gotin, eger pêvajoya dîplomatîk bixitime, dibe ku bi lez rewş veguhere operasyoneke leşkerî.



