Her kesî dît bê çawa çeteyekî keziyeke şervaneke Kurd birî û serê xwe pê bilind dikir.
Gelê Kurd li her derê nerazîbûn nîşan da û bi milyonana kezî hatin hûnandin.
Kovara Der Spigelê ya Almanyayê nûçe wiha derbas kir “Keziyeke sexte çawa cîhan rakir ser piyan”.
Lewra, wênexêzê Kurd Elî Zulfikar bi fermî li rojnameyê gilî kir.
Hunermend û aktîvîstê Kurd Elî Zulfîkar, serî li Konseua Çapemeniya Elmanyayê da û diyar kir ku nûçe li dijî rastî, bêalîbûn û prensîba rojnamegeriyê ye.
Her wekî diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan û tundiya li ser gelê Kurd a li Sûriyê ya hatiye belgekirin, bi awayekî berfireh nehatiye nîşandan.
Hunermendê Kurd dibêje ku divê di nivîsandinê de, agahiyên berfireh werin dayîn, lê belê di nûçeyê de rastî tê berovajîkirin.
Lewra daxwaz kir ku kovar daxuyaniyeke zelalkirinê bide.
Kovara Der Spigelê jî daxuyaniya xwe ya beriya niha dabû, ji Alî Zulfikar re şand.
Kovarê anîbû ziman ku wê nêteke wê ya biçûkxistina êşên gelê Kurd yan jî parastina komên Îslamîst tune ye.



