Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya derbarê pêvajoya Aştî û civaka demokratîk de axivî.
Adalet Kaya rapora komîsyona çareseriyê “kêm lê dîrokî” pênase kir û got:
”Divê hikumet gavên bibe cihê baweriyê biavêje”.
Adalet Kaya da zanîn ku pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike û gavên cihê baweriyê şert e.
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya rewşa heyî ji ajansa ANF’ê re nirxand.
Têkildarî rapora komîsyonê Adalet Kaya got:
Naveroka raporê di pêvajoya heyî de qet nebe mirov dikare bibêje li Tirkiyê vegera li hiqûqê vedibêje.
Rapora komîsyonê girînge û bi îmzeyeke hevpar derket holê.
”Êdî dema derbasbûna li qonaxa duyemîn hatiye”
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî bi bîr xist û got:
Rêber Apo vê dibêje: ‘Êdî dem hatiye ku derbasî qonaxa duyemîn bibin.
Em dikarin dest bi axaftina li ser entegrasyonê bikin.
Ev gelekî girîng e, yek ji meseleyên ku li ser bê axaftin ev e.”
Ji bo pêvajo bi rengekî erênî bimeşe, divê Rêber Apo karibe dengê xwe yekser bide bihîstin.
”Gavên qanûnî divê bêne avêtin”
Di dawiya axaftina xwe de Parlamentera Amedê Adalet Kaya ev anî ziman :
Di nava gel de bi taybetî jî li nava gelê Kurd pêwîstî bi afirandina baweriyê heye .
Hikumet û partiyên din ên siyasî neçar in ku vê bidin ber çavên xwe.
Ji bilî vê bêguman gelek gav hene ku divê bêne avêtin; demokratîkbûn gava destpêkê ye.
Berdana siyasetmedar û girtiyên nexweş ên li girtîgehan, ji xwe ew mijar in ku komîsyonê li ser li hev kiriye.



