Hikûmeta Awusturalyayê careke din qebûl nekir ku welatiyên xwe yên ji kampa Roj vegerîne.
Wezîrê Karên Hundirîn ê Awusturalyayê Tony Burke da zanîn ku ji bo vegerandina vê komê tu xebat tune ye.
Serokwezîr Anthony Albanese berê diyar kiribû ku hikumeta wî dê alîkariya vegerandina wan neke.
Mijara vegerandina malbatên DAIŞ’ê li Awusturalyayê mijarek siyasî ya hestyar e.
Bi taybet piştî hatina partiya “Yek Netew” ya rastgir a li dijî koçberiyê , li ser hikumetê.
DAIŞ’ê li Awusturalyayê wekî ”rêxistineke terorîst” tê destnîşankirin .
Her wekî cezayê heta 25 sal girtîgehê li çeteyên wê tê birîn.
Eer were dîtin ku welatiyek tevlî DAIŞ’ê bûye, hikumet dikare hemwelatîbûna wî betal bike.



