Artêşa Iraqê îro bêyî hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê, dixwaze nuqteyeke nû ya leşkerî çêbike.
Li gorî ajansa Rojnews’ê, demjimêrên 3 piştî nîvro artêşa Iraqê bi kepçe û dozeran berê xwe daye seytereya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê, da ku noqteyeke leşkerî ya nû ava bike.
Seytereya Şehîd Gênco ya ser bi Asayîşa Êzidxanê ji 2017’an ve hatiye danîn û ev demeke dirêje bi awayeke hevbeş ji aliyê Asayîşa Êzidxanê û Polîsên Federal ve tê rêvebirin.
Iraq daxuyaniyên Hakan Fîdan yên dijî Şengal bi gotinê red kirin, lê di pratîkê de pêk tîne
Balkêşe ku ev yek, piştî gefên wezîrê Tirk Hakan Fîdan ên li dijî Şengalê ku xwestibû Iraq li dijî hêzên Êzidiyan bikeve tevgerê, pêk hat.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêveberiya Xweser a Şengalê 20’ê Sibatê bang li Iraqê kiribû, pirsgirêka Şengalê di çarçoveya destûrî de û bi diyalogê çareser bike, ne bi rêbazên leşkerî.



