Sazî û rêxistinên Êzidî yên Şengalê bang li dewleta Iraqê kirin, dest ji pîlanên dijî hêzên wan berde û gotin: “Ji bo careke din ferman li me ranebin, divê dewleta Iraqê hêzên me yên parastinê bi awayeke fermî nas bike.”
Nûnerên sazî û rêxistinên Êzidî yên li Qibleta çiyayê Şengalê li çerxerêya Yermûk a navenda bajarê Şengalê li hev kombûn.
Li wir têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Êzidiyan, hem wextê wê hewldanên Iraqê yên dorpêçkirin û bêçekkirina hêzên Êzidiyan bertek nîşan dan.
Di daxuyaniya li ser mijarê hat dayîn de hate gotin:
Iraq planên dijî Şengalê xistiye meriyetê.
Ji bo fermanek mîna ya 2014’an li ser civaka Êzidî pêk neyê jî banga xwedîderketinê hate kirin.
Hate gotin, heta ev dorpêç û gef li ser Şengalê hebin wê li qadan çalakiyên xwe bidomînin.



