Di 25’ê Sibatê roja çarşem wê li Parlementoya Ewrûpayê civînek were lidarxistin.
Şandeyek ji Rojavayê Kuristanê, Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn beşdarî vê civînê dibin.
Wê di civînê de, geşedanên li Rojava û Tirkiyê bi taybet pêvajo were gotûbêjkirin û bi sernavê “Kurd û Tirkiyê” di gotûbêjan de ne, were lidarxistin.
Li gor agahiyan, Endama Parlementoya Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna lis er Rojava û Surîyeyê ya li Brukselê vexwendîname şandiye.
Civîn dê li salona spinelli a Parlementoya Ewropa roja 25’ê sibatê saet di navbera 16.00-17.00 de pêk were.
Şandeyek ji Rojavayê Kuristanê, Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn beşdarî civîna Brukselê bibin.
Wê yek ji mijarên sereke yên civînê, êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û Pêvajoya Aştî û Civaka Dermokratîk be.
Dê di vê civînê de, Ilham Ehmed û hem jî Endamê Şandeya Îmraliyê ya Dem Parî Mithat Sincar axaftinan pêşkêş bikin.



