Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, rapora komîsyonê rexne kir.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku raporê pirsgirêka Kurd xistiye çarçoveya ‘terorê’ û ev nayê qebûlkirin.
Her wiha Tulay ji bo çareseriya mayinde jî bal kişand ser hewcedariya sererastkirinên qanûnî .
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarê encama rapora komîsyona meclîsê axivî.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di raporê de pêşniyarên berbiçav ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ne û got:
“Di raporê de hê bêtir “berhema zîhniyeta dewleta kevin” xuya dike.
”Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin”
Raya giştî ya li Tirkiyê bi bendewariyek mezin li benda raporê bûn.
Lê navaroka wê hêvî şikandiye û dibêje:
Rapor pirsgirêka Kurd bi zelalî pênase nekiriye û gavên berbiçav ji bo çareserkirina wê neavêtine.
Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek terorê ye.
Pirsgirêkek siyasî, civakî, çandî, ziman û aborî ye. Divê ji her alî ve bê çareserkirin.”
”Di mijara Mafê Hêviyê de divê têgînên zelaltir bikarbînin”
Tulay Hatîmogûllari anî ziman diviyabû di mijarê ‘mafê hêviyê’ de têgînên zelaltir bihatana bikaranîn û got:
Em dizanin ku mafê hêviyê jî di çarçoveya biryarên DMME’yê de ye.
Di vê mijarê de divê sererastkirinek taybet bê çêkirin.
Birêz Ocalan aktorê herî xurt ê vê pêvajoyê ye û rasterast van muzakereyan dimeşîne.
Ji bo ev pêvajo bi rengekî tendurist bi rêve biçe.
Weke aktorekî sereke divê şert û mercên ku ew bikaribe bi azadî bijî û bixebite were avakirin.
”Piştî raporê divê gavên qanûnî û siyasî werin avêtin”
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku piştî raporê divê gavên qanûnî û siyasî yên berbiçav werin avêtin .
Bi gotina wê divê pêşî qanûnên taybet ku endamên PKK’ê digire nav xwe were derxistin.
Divê pêkanîna tayînkirina qeyûman bidawî bibe.
Şaredarên ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karên xwe û şaredarên girtî bêyî girtin werin darizandin.

