Parêzgerê Hesekê Nûridîn Ehmed îro bi nûnerê Ehmed El Şari re civiya û ji bo şopandina entegrasyon û ji nû ve sazkirina îdarî nîqaş kirin.
Li avahiya parêzgehê, Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed, nûnerê Ehmed El Şeri Ziyad El-Ayiş, Rêveberê Daireya Siyasî Ebas El Hesen, Rêveberê Karûbarên Sivîl Ebdela El Ebdela, Fermandarê Ewlekariya Hindirîn a Hesekê Merwan El Elî û fermandarê Asayîşê Mehmûd Xelîl li hev civiyan.
Di vê hevdîtinê de beşdaran li ser mekanîzmayên ji bo lezandina pêvajoya entegrasyonê nîqaş kirin.
Di civînê de, behsa dayîna hemwelatîbûna Sûriyê ji Kurdan hat kirin û biryar hat dayîn ku 5 navend bo wergirtina hemwelatîbûnê bên diyarkirin.
Li gor lihevkirinê, dê ev gav ji meha Adarê despê bike û heta mehekê dirêj bike.
Di heman civînê de, behsa Stasyona Elokê hat kirin û li hev kir ku planeke hevbeş bê danîn da ku careke din ev stasyon bixebite û av li Hesekê vegere.



