Bi pêşengiya çalakvanên Êzidî yên Şengalê û derveyî welat ku siyasetmedar, rojnamevan û gelek kesayetan ji bo pêşî li êriş û planên nû li ser civaka Êzidî were girtin, xebateke Haştagê bi rêya Çira Tv destpêkir.
Aktîvîstên Êzidî bi tevlîbûna sazî û rêxistinên Êzidî; xebata Haştagê ji bo xwedî derketina li Şengalê û avakirina raya giştî dan destpêkirin.
Di bangawaziya aktîvîstên Êzidî ya bi ser navê ‘Ji bo Şengalê’ de tê gotin:
”Şengal û civaka Êzidî di bin gef û metirsiyeke nû de ne.
Pîlanek ku hedef dike Şengal û civaka Êzidî bê parastin û bê statu bimîne di meriyetê de ye.”
Haştag jî wiha ye;
#HandsOffShingal



