Hevserokên DEM Partî û endamên Şandeya Îmraliyê, dê di 27’ê Sibatê de daxuyaniyekê bidin.
Tê payîn ku di daxuyaniyê de peyama nû ya Rêber Apo der barê pêvajoyê de jî were xwendin.
Hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan û endamên Şandeya Îmraliyê, ji bo salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê di 27’ê Sibatê de civîna çapemeniyê li dar bixin.
Civîn dê li Enqereyê saet di 11:00’an de dest pê bike û dê peyama nû ya Abdullah Ocalan a der barê pêvajoyê de were xwendin.
Dê pêvajoya salekê û mijara “qonaxa duyemîn” ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de qal kiribû, bê nirxandin.
Tê payîn ku dê ji saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û gelek rojnamegeran beşdarî vê daxuyaniyê bibin.



